Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro dicive
PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna çend wezîrên Hikûmetê, îro dicive.
Li gor zanyariyan, biryar e îro di saet 11:00an de, Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna çend wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bicivin û li ser sê mijaran guftûgo bikin.
Zanyarî diyar dikin, guftûgo li ser diyardeya koça ciwanan bo derveyî welat e û raportek ji aliyê lijneyên pêwendiyên derve û rewşenbîriyê ve li Parlamentoyê hatiye amadekirin û sedemê koça ciwanan û çareseriya wê diyardeyê hatiye rawekirin.
Di civînê de Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan, Wezîrê Plandanan û Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî û Wezîrê Herêmê yê Karûbarê Parlamento û Hikûmetê jî wê di rûniştinê de amade bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin