Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro li ser Enfalê dicive
PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, ji bo gotûbêjkirina rewşa stembarên operasyona Enfalê dicive.
Parlamentoya Kurdistanê, îro di saet 11:00an de dicive.
Li gorî zanyariyan, yek ji mijarên rojeva civîna Parlamentoyê rewşa stembarên operasyona Enfalê ye, bi taybet ew kesên ku li deverên Germiyan û Çemçemalê di operasyona Enfalê de stembar bûne.
Dê şandeka Parlamentoyê serdana Germiyan û Çemçemalê bike û ji nêzîk de rewşa stembarên Enfalê bibîne û guhdarî xem û derdên wan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin