Parlamentoya Iraqê bi yekdengî biryara dûrxistina parêzgarê Selahedînê da

19 May 2022 19:08 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê bi yekdengî biryara dûrxistina parêzgarê Selahedînê da

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê, îro 19ê Gulanê bi serokatiya Mihemed Helbûsî civiya û biryar da, parêzgerê parêzgeha Selahedînê Emar Cebir El Cibûrî ji kar bê dûrxistin.

Nivîsgeha Ragihandina Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Parlamentoya Iraqê bi yekdengiya parlamenteran parêzgerê Selahedînê ji kar dûr xistiye.

Çavkaniyên nêzîkî parêzgarê Selahedînê jî dane xuyakirin ku bi ti awayî Emar El Cibûrî y erkê xwe yê wek parêzgeriyê bernade û heta Serokwezîr Mistefa Kazimî fermana dûrxistinê bide, wê li ser karê xwe bimîne.

Heger Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryara parlamentoyê pesend bike û fermana ji kar dûrxistinê bide divê cîgirekî parêzgarê Selahedînê erka parêzgariyê werbigire.