Parlamentoya Iraqê îro bi rojeva xwepêsandanan dicive

26 October 2019 12:22 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê îro bi rojeva xwepêsandanan dicive

PeyamaKurd - Biryar e îro Parlamentoya Iraqê bicive, lê heya niha ne diyar e bê wê fraksiyonên Kurdistanê beşdarî civînê bibin yan na.

Civîna Parlamentoya Iraqê îro Şemiyê  (26.10.2019) saet 14:00ê dê pêk were û civîn taybete li ser daxwazên xwepêşanderên Iraqê û li gor zanyariyên berdest hejmarek parlamenterên kurd beşdarî rûniştinê nabin.

Herwiha biryar e di civînê de encamên lijneya lêkolîna li ser sedemên xwepêşandanên berî niha û kuştina hemwelatiyan jî bên aşkerakirin.

Derbarê helwesta fraksiyonên Kurdistanê li ser beşdarî kirina li civîna îro, bendewarî li rewşa ewlehiyê dê bê kirin, eger rewşa ewlehiyê ne baş bû û xwepêşandan berdewam bûn, wê demê dê fraksiyonên Kurdistanê beşdarî rûniştinê nebin.


Artêşa Iraqê hişyariyê dide welatiyan