Parlamentoya Iraqê ji bo 'destdirêjiyên ser serweriyê' dicive

09 February 2024 19:00 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê ji bo 'destdirêjiyên ser serweriyê' dicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Parlamentoya Iraqê, wê sibe 10ê Çileyê bicive û êrîşên destdirêjiya ser axa Iraqê yên vê dawiyê gotûbêj bike.

Banga civîna Civata Nûneran a Iraqê (Parlamento) piştî êrîşa Amerîka ya li Bexdayê kuştina fermandarê Ketîbeyên Hizbullahê Ebû Baqir Saidî û Erkan Elyawî hate kirin.

Hate diyarkirin ku dê Parlamentoya Iraqê, 10ê Sibata 2024an li demjimêr 17:00 êrîşên destdirêjiya li ser serweriya axa Iraqê gotûbêj bike.

Hêjayî gotinê ye, Hizbullaha Iraqê ango Ketîbeyên Hizbullahê ku bi ser Heşda Şeibî ve ye û Îran piştevaniya wê dike, êrîşa 28ê Çileyê ya li Urdinê kuştina 3 leşkerên Amerîkî li xwe girtibû û li beramber wê jî Amerîkayê 3yê Sibatê wekî bersiv li dijî bingehên kom û milîsên Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîşên bersivdanê kiribû û 85 cihên artêşa Pasdarên Îranê û milîsan hatibûn hedefgirtin.