Parlamentoya Kurdistanê êrîsa 'nijadperestî ya li Trabzonê' sermezar kir!
PeyamaKurd - Komîteya Peywendîyan û Revenda Kurd di perlemana Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir û tê de karê nijadperstane yê li bajarê Trabzon ê Tirkiyê li dijî geştiyarên Başûrê Kurdistanê hatîye encmadan şermezar kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin: "Wek komîteya Peywendîyan û Revenda Kurd di Perlemana Kurdistnê de, hemû curên nijadperistîyê şermezar dikin ku ji alîyê hinek welatîyên Tirk li bajarê Trabzonê beramber geştiyarên Kurd hatîye encamdan."
Herwiha daxwaz ji polîsên Tirkiyê hat kirin, kesên hatîne girtin demildest bên azadkirin.
Piştî bûyera êrîşa xelkê navçeya Çaykara ya Trabzonê, bi ser 9 geştiyarên başûrê Kurdistanê de ku wekî hincet vekirin û wênegirtina li ber Ala Kurdistanê hatibû nîşandan, geştiyarên Kurd piştî lêdana xelkê deverê hatibûn binçavkirin û îro jî biryara dersînorkirinê bo wan hatibû dayîn.
Ev bûyer bi taybet di nav Kurdan bû sedema bertekên tund û wekî êrîşeke nijadperestî rastî nerazîbûnên tund hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin