Parlamentoya Tirkiyê Yasaya Budçeya Rêveberiya Navendî ya 2022ê hat pesendkirin
PeyamaKurd – Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê, 17ê Kanûna 2021ê pêşniyara Yasaya Budçeya Rêveberiya Navendî ya 2022ê hat pesendkirin.
Hevdîtinên budçeyê ku 6ê Kanûna 2021ê li Lijneya Giştî destpê kiribûn, 12 rojan berdewam kirin û 17ê Kanûnê bi dawî bûn.
Di hevdîtinan de ku bi axaftina Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay destpê kir, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî axivîn.
Di roja dawî ya hevdîtinên budçeyê de jî, li ser navê hikûmet û partiyan Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê axivî û pişt re deng hatin dayîn. 516 parlamenteran deng dan, 190 deng na û 326an jî dengê erê dan û proje-yasaya budçeyê hat qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin