Parlementoya Îsveçê biryara endamtiya NATO yê da
PeyamaKurd – Piraniya parlementoya Îsveçê destekê da endamtiya Îsveçê ya NATO yê. Di dengdayîna parlementoya Îsveçê de 37 deng red û 269 parlementer jî bi êrînî deng dan endamtiya NATO yê. 43 parlementer tevlî dengdanê nebûn. Di dengdanê de partiya Çep û ya Kesk li hembê endamtiyê deng dan.
Ji bo Îsveç bibe endamê NATO yê divê temamê endamên NATO yê deng bidin Îsveçê lê Tirkiye heya niha endamtiya Îsveçê erê nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin