Partiyên Kurdistanî, bi sê hevpeymanan dikevin hilbijartinan
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, piştî bidawîbûna serlêdanên hevpeymaniyê yên ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, li Kerkûkê 3 hevpeymaniyên Kurdistanî hatin avakirin.
Hat diyarkirin ku amadekariyên hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê berdewam dikin. Partiyên siyasî dixwazin bajêr bi rê ve bibin û ji bo vê yekê tifaqan ava bikin.
Li gorî hat destnîşankirin, hêzên siyasî yên Kurdistanî jî tifaq ava kirine. Yek ji wan hevpeymaniya ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi Tevgera Îslamî, Yekgirtûya Îslamî ya Iraqê, Partiya Gelê Tirkmen û Tevgera Demokrata Kurdistanê re ava kiriye.
Ji aliyê Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Iraqê Xalid Mewlûd ve jî daxuyaniyek hat dayîn. Mewlûd got,
"Em hêvîdar in ku hevpeymaniya me dengên herî zêde bi dest bixe da ku di rêveberiya bajêr de ji bo xizmetkirina welatiyan bi bandor be."
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Komunîst a Kurdistanê û Komela Dadwerî jî bi avakirina hevpeymaniya Yekgirtû re xwe amade dikin ku bikevin hilbijartinan.
Hat zanîn ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê dê di 18ê Kanûnê de bên kirin.Di hilbijartinan de li 15 parêzgehan zêdetirî 23 milyon hilbijêr dê li 7 hezar navendan dengê xwe bidin.
16 milyon hilbijêr xwedî qeyda dengdêrên biyometrîk in.
Her wiha tê zanîn ku hilbijartin parêzgehên Herêma Kurdistanê nagire nav xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin