Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Emê tifaqê mayînde bikin
PeyamaKurd - Partiyên Kurdistanî yên ku li ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê tifaq bi HDPê kiribûn, biryar dan ku tifaqa xwe bikin tifaqeka berdewamî û mayînde.
Partiyên ku di hilbijartinên 31 Adarê yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de tifaq kiribûn li Diyarbekirê li hev civiyan û hilbijartinên herêmî nirxandin.
Civîna Diyarbekirê bi beşdariya serok û nûnerên HDP, DBP, DDKD, Partiya Azadî û Însan, Partiya Komunîst ya Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd û PDK-T pêk hat.
Piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin ku partiyên di tifaqê de cî girtibûn, li hev kirin ku tifaqa xwe bihêz û mayînde bikin û wê tifaqê bikin tifaqeka netewî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Divê xebatên yekitiya netewî ji yên hilbijartinan bihêztir bên kirin. Xebatên me yên yekitiya netewî dê netewa me, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bihêz bike. Ev berpirsiyariyek dîrokî ye. Ji ber wê jî berpirsiyartiya tifaqa kurdî mezin e…”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin