Pasînyan: Me dikarî pêsiya ser bigirin, amade me derkevim pês dadgehê

16 November 2020 17:20 0 dîtin
Pasînyan: Me dikarî pêsiya ser bigirin, amade me derkevim pês dadgehê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, li ser bertekên zêde yên welatiyên ermen û opozîsyona Ermenistanê bo peymana agirbesta şerê Qerebaxê bi Azerbaycanê re, berpirsiyariya xwe ya di têkçûna şer de qebûl kir.

Paşînyan got, “Ez baş fêm dikim ku berpirsê herî mezin ê vê rewşê ez im. Ji ber vê heger pêwîst bike amade me derkevim pêşberî dadgehê.”

Paşînyan li ser peymana hatiye îmzekirin jî got, “Beriya şer jî Şûşa jî di nav de dihat xwestin ku wan erdan bidin Azerbaycanê. Ji 2016an ve rewş wiha bû. Aliyê Ermen neçar bû wan pêşniyaran bipaş bixe. Heger me dayîna wan erdan qebûl bikira, me dikarî pêşiya şer bigirin lê me şer tercîh kir.”