‘Wê DAIS mezin bibe, li Iraqê belav bibe û nikarin pêsiya wê bigirin’

24 October 2019 14:28 0 dîtin
‘Wê DAIS mezin bibe, li Iraqê belav bibe û nikarin pêsiya wê bigirin’

PeyamaKurd – Rayedarekî leşkerî yê pilebilind ê Amerîkî ragihandiye ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û bakurê Sûriyê ji Rûsya, Sûriye û Tirkiyê re hatiye hiştin û dê DAIŞ bi awayekî xetertir derkeve holê û li Iraqê jî dê têkoşîna wê xedar bibe.

Li gorî nûçeya El Monîtorê rayedarê Amerîkî yê nexwestiye navê xwe bide gotiye, dê têkoşîna DAIŞê ya li Iraqê hîn xetertir bibe, lewra Amerîkayê piştî têkoşîna çar salan yekîneyên xwe û erdên ji DAIŞê bidest xistine hiştine û ew herêm jî ji Rûsya, Sûriye û Tirkiyê re hiştine.

Wî rayedarî da xuyakirin ku êdê wê Amerîka pir kêm operasyonên derveyî sînoran pêk bîne û loma jî dê DAIŞ mezin bibe û hêzên li wê herêmê jî dê nikaribin wê bidin sekinadin ku piştre jî wê DAIŞ li Iraqê belav bibe.

Herwiha hat ragihandin ku Amerîkayê hêzên hevpeymana navdewletî bi karwaneke leşkerî ji Sûriyê vekişandiye û niha veguhestina wan hêzan bo Iraqê berdewam dike.