Hevpeymaniya Navdewletî: Hewldana DAISê ya revê ji bo Iraqê yan jî herêmê xeteriyeke mezin çênake
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, rewşa li zîndana Hesekê hewldana reva koma terorîst a ji girtîgeha Hesekê ya li Sûriyê, metirsiyeke mezin ji bo Iraq û herêmê çênake.
Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniya xwe de eşkere kir, li girtîgeha Hesekê ku bi hezaran girtî tê de ne, roja Pênçşemê DAIŞê "êrîşeke tevlihev" li ser girtîgehê pêk anî û pişt re jî HSDê bersiv da, herêm dorpêç kir û operasyonên berdewam pêk anîn û karî “gefê kontrol bike”.
Hevpeymaniyê diyar kir, hêzên hevpeyman “operasyonên çavdêrîyê pêk anîn û di dirêjahîya rojên operasyonê de rêzeêrişên asmanî pêk anîn û di dirêjahiya operasyona ku bi rojan dewam kir de hin rêzeêrîşên hûr pêk anîn.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, fermandarê Hêzên Erka Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan got: “Gelek çekdarên DAIŞê karîn dest deynin ser çekên pasewanên zîndanê û kuştin û pişt re bi Hêzên HSDê re ketin pevçûnê.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Hevpeymaniya Navdewletî ji bo gerentiya serederiya mirovî bi girtiyan re "tedbîrên girîng" girtine û got: “Dema ku girtiyên DAIŞê çek hilgirt, bûn gefeke çalak û pişt re pevçûn derketin û di êrîşên hewayî de hatin kuştin.”
Hevpeyamiya Navdewletî di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, ew bi bawer in ku hewldana dawî ya DAIŞê ya revê, ji bo Iraqê yan jî herêmê xeteriyeke mezin çênake, lê belê ew rewşê analîz dike da ku diyar bike bê ev rêxistin di paşerojê li dijî girtîgehên din ên li Iraq an jî Sûriyeyê plan dike yan na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin