PDK, bi sedema 78em salvegera avakirina partiyê daxwuyanî da

16 August 2024 00:24 0 dîtin
PDK, bi sedema 78em salvegera avakirina partiyê daxwuyanî da

PeyamaKurd –  Partiya Demokrata Kurdistanê  PDK, bi sedema 78em salvegera avakirina partiyê, daxwuyanî da û di daxwuyaniyê de got ku salvegera avakirina partiyê, ne tenê salvegera avakirina partiyêkiye, her weha salvegera avakirina rê û rêbazekiye.

Polîtburoya PDKê daxwuyaniya xwe bi sedema ku PDK di 16ê Tebaxa 1946an de hatiye avakirin, di 15ê Tebaxê de daxwuyaniya xwe da. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“PDK, di 16ê Tebax a 1946an de, di bin zilm, êş û azaran de, di pêvajoyekî dîrokî de hat avakirin. Serpereştiya azadiya xelkê, paraztina axa xwe û azadiya welatê xwe kir. Salvegera damezrandina PDKê, ne tenê damezrandina partiyekî siyasiye, di heman wextê de, ji aliyê rizgariya xelkê Kurd de û ji bo têkoşîna xelkê Kurd girînge û salvegera bê hempa ya rê û rêbazekiye.”

Di daxwyaniyê de hat gotin ku PDK ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê û bi endîşa bicîhanîna destûrê ya Iraqê, hem bi Iraqê re û hem bi herêmê re ji bo têgihîştina aştiyê bibîne, daîma di nav têkiliyan de ye û weha dewam dike:

“ Memûrên dewletê di nav de, ji bo xelkê Kurdistanê bigihê maf û erka xwe, di nav çareseriya Iraqa federal de, divê çareserî, bibe bingeha pêkvejiyana pêkhateyan.

Bi munasebeta 16ê Tebaxê, ber bi hilbijartina dewra 6em ya Parlementoya Kurdistanê ya di 20 ê Cotmehê de, ji bo xwurtkirina Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî û dîlomatîk de, em ber bi Kurdistanekî aştîxwaz û bi îstîqrar ve diçin.

Partiya me girîngiyekî mezin dide hilbijartinan. Ji bo hilbijêrên Kurdistanê serbest û bi aştiyane herin ser sindoqan, karibin nûnerên parlementoya xwe bibjêrin, bê ku mudaxele bi wan bêkirin, em alîkariyê didin hilbijatinekî paqij, adil û demokratîk.

PDK, daîma di asta herêmê de xebitiye da berjewendiyên terefan biparêze, bi welatên cîran re daîma têkiliyên xwe bi mêzên daniye û daîma xwestiye ku Kurdistan bibe bingeha îstîqrarê ya herêmê.

Em, bende ne ku Kurdistan ji aliyê cîranan de neye tehdîdkirin û Kurdistan nebe sehakî tehdîda ewlehiyê ji bo welatên cîran.”