PDK di hilbijartina meclisa bajaran de, li Mexmûrê bû partiya yekem

19 December 2023 01:47 0 dîtin
PDK di hilbijartina meclisa bajaran de, li Mexmûrê bû partiya yekem

PeyamaKurd – Li Mexmûr a Herêma Kurdistanê di hilbijartinên meclisa bajaran de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piraniya dengan bidest xist û bû partiya yekem. Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) jî bû partiya duyem. Ji Rûdawê Peyam Serbest got:

“Li navenda Mexmûrê tenê 5 sindoq hebûn. Li gor rêjeyên ne fermî; PDK 2.101 dengan girt û YNK 1.915 dengan girt. Li Kerecê PDK 2.100 deng û YNK 280 dengan girt.”

Rêvebirê PDKê yê Mexmûrê Kirekar Şakir sipasiya xelkê Mexmûrê kir û got:

“PDK di temamê hilbijartinên Mexmûrê de bê raqib e. Birayên Ereb yên li Kerecê deng dane me û em sipasiya wan dikin. Me li Mexmûrê xizmetê ji birayên Ereb re bir. Kurd nîşan dan ku Mexmûr Kurde û yê Hewlêrê ye.”

Rêvebira leqa 23 ê ya PDKê Nerîman Mela Aziz jî ragihand ku li Mexmûr, Kerec û Gwêr bi azadane û demokratîk pêvajoya hilbijartina bicîh hatiye. Azîz got:

“Desteka birayên Ereb gelek girîng e. Ev fermana serok Barzanî îsbat dike ku digot biratî, pêkvejiyan divê her wext bê parastin û ev rêje encama fermana wî ye.”