''PDK ji bo vekirina baregeha bangeseya hilbijartinê vedigere deverên Kurdistanî''

03 September 2021 10:59 0 dîtin
''PDK ji bo vekirina baregeha bangeseya hilbijartinê vedigere deverên Kurdistanî''

PeyamaKurd – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî diyar kir; roja Yekşema bê, PDK ji bo vekirina baregeha bangeşeya hilbijartinê, vedigere Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Fazil Mîranî daye zanîn, lijneyeke taybet ji bo gotûbêjkirina ligel Hikûmeta Iraqê hatiye pêkanîn, da ku rewşa wan deveran were asayîkirin, di vê çarçoveyê de jî alîgir û berpirsên PDKê roja Yekşemê ji bo bangeşeya hilbijartinan vedigere Kerkûkê û baregeha bangeşeyê li Kerkûkê vedike.

Mîranî herwiha eşkere kiriye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li seranserê Iraqê bangeşeya xwe ya hilbijartinan dike û bangeşeyeke aram birêve dibe.

Biryar e di 10 Cotmeha îsal de, proseya hilbijartinên Iraqê birêve biçe û piraniya aliyên siyasî dest bi bangeşeya hilbijartinan kirine. Beriya niha îdiaya paşxistina dema hilbijartinan li holê hebû, lê belê piştî ku Tevgera Sedr ji biryara xwe ya boykotkirina hilbijartinan vegeriya, îhtîmala pêkanîna hilbijartinan bihêz bû.