PDK ji Kerkûkê heta Singal û Zaxoyê di 28 bazineyan de besdarî hilbijartinên pêswext dibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) amadekariyên xwe yên bo beşdarkirina hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ku 10ê Cotmehê têne kirin berdewam dike û biryar hatiye dayîn PDK di 18 bazineyên hilbijartinê de beşdarî hilbijartinênr pêşwext bibe.
Berpirsê Saziya Hilbijartinan a PDKê Xesrew Goran daye xuyakirin ku PDK vê mehê navên namzedan ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê wê radestî komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê bike.
Goran diyar kiriye ku PDK ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, li ser asta herêma Kurdistanê û Iraqê dê di 28 bazineyên hilbijartinê de beşdar bibe û ji Kût heta Mendelî, Şingalê û Zaxoyê wê beşdar bibe.
Xesrew Goran destnîşan kiriye ku wê PDK li Kerkûk û navçeyên Kurdistanê jî bi giştî beşdarî hilbijartinan bibe û qonax bi qonax amadekariyên xwe dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin