PDK: Me dest bi amadekariyên hilbijartinan kir
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku wan dest bi amadekariyên xwe yên ji bo pêvajoya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê kiriye.
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di 20ê Cotmehê de bêne kirin, Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed, bi daxuyaniyekê ragihand ku wek PDK, wan dest bi amadekariyên hilbijartinên heyama şeşan a Perlemana Kurdistanê kiriye.
Mihemed got: “Em hêvîdar in ku hilbijartin bi awayê demokrasî û pakij û zelal bên kirin, ku encamê wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be. Piştî ku di dema borî de PDKê helwesta xwe ya ji bo tevlînebûna di hilbijartinan de ragihand, niha hin kêmasiyên girêdayî rêkarên hilbijartinan hatiye çareserkirina û hin kêmasî jî di kêliya çareserkirinê de ne. Ji ber ku hin mafên Herêma Kurdistanê lê hatiye vegerandin em wek PDK tevlî pêvajoya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê dibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin