PDK-S | 29 endamên Komîteya Navendî hatin hilbijartin
PeyamaKurd – Di 12mîn kongreya Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) de 29 endamên Komîteya Navendî ya partiyê ji aliyê endamên kongreyê ve hatin hilbijartin.
12mîn Kongreya PDK-Sê roja Şemiyê 10ê Hezîrana 2023an bi amadebûna 220 endaman li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê destpê kiribû û do Yekşemê 11ê Hezîranê bi dawî hat. Kongre li Hola Seid Ebdulla ya bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî di kongreyê de kir.
Di duyemîn roja kongreyê de, 29 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin. Rûdawê lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê bidest xistiye û belak kiriye. Li gorî zanyariyan, 115 kesan xwe ji bo endamtiya Komîteya Navendî ya PDK-Sê berbijêr kiribûn.
Herwiha Dr. Lezgîn Fexrî bi 88 dengan dengê herî zêde bidext xisitiye.
Besê Ebdî jî bi 84 dengan di nava jinan de dengê herî zêde bidest xistiye.
Komîteya Navendî ya PDK-Sê di yekem civîna xwe de wê Sekreter û Polîtburoyê hilbijêre.
Sekreterê berê yê PDK-Sê Siûd Mela xwe ji bo posta serkirdayetiya partiyê berbijêr nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin