PDK û UNAMIyê hilbijartinên Parlemana Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Şandeya Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI), ji bo di derbarê hilbijartinên Parlemana Kurdistanê de gotûbêjan bike, serdana Pişka Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Di civîna UNAMI û PDKê de aliyan, ji bo birêveçûna hilbijartinan bi awayekî pak û zelal û di rewşeke hêmin û aram û dûrî her arêşeyan de pêk bê, teqezî hate kirin.
Di civînê de Berpirsê Pişka Hilbijartinan a PDKê Cefer Êmînkî serokatiya şandeya PDKê û Serokê Tîma Alîkariyan a Hilbijartinan a UNAMIyê Emîr Areyn jî serokatiya şandeya UNAMIyê kir.
Di civînê de amadekariyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ya ji bo birêvebirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ku wê di 20ê Cotmehê de pêk bên, hatin nirxandin.
Her du aliyan destnîşan kirin ku divê hilbijartinên Parlemana Kurdistanê bi awayekî pak û zelal û di rewşeke hêmin û aram û dûrî her arîşeyan pêk bê.
Di civînê de her wiha aliyan teqez kirin ku ji bo pêvajoya hilbijartinan dûrî tundûtûjiyê derbaz bibe pêdivî bi îmzekirina peymannameya bingehîn a partî û aliyên siyasî heye.
Di dawiya civînê de Cefer Êmînkî rola UNAMIyê ya di alîkariyên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de gring nirxand û spasiya UNAMIyê kir.
Êmînkî her wiha da zanîn ku ji bo Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û dezgehên din ên têkildarî hilbijartinan karûbarên xwe bi rêkûpêk bimeşînin, divê alîkariyên UNAMIyê ji bo komisyonê û dezgehên din berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin