PDK û YNK bi sandeke hevbes besdarî danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dibin

05 January 2022 21:34 0 dîtin
PDK û YNK bi sandeke hevbes besdarî danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dibin

PeyamaKurd - Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser proseya danûstandina ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat gotin: “îro piştî nîvro, şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregeha polîtburoya PDKê civiyan.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di civînê de piştî gotûbêj û danûstandinên fikr û ramanan, herdu aliyan rêkeftin kirin ku PDK û YNK bi hev re bi şandeke hevbeş a Kurdistanî proseya danûstandinê ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal dest pê bikin.

Herwiha herdu aliyan eşkere kirin ku ji bo vê mebestê reşnivîsa karê hevbeş hatiye amadekirin.