''PDKê beriya êrîs pêk were daxwaza alîkariyê kiriye, lê kes neçûye hewara wan''
PeyamaKurd – Di derbarê êrîşa do bi şev li nahiya Pîremegrûn ya bajarê Silêmaniyê li ser baregehên PDK, YNK û Gorranê, Serokê firaksyona PDKê li encumena parêzgeha Silêmaniyê da zanîn, asayişa Silêmaniyê dikarîbû nehêle baregeha PDKê li Pîremegrûn were şewitandin.
Komek kesên xwe weke xwepêşander nîşan dan, do bi şev êrişî baregeha PDK, YNK û Gorranê kirin û şewitandin.
Li gor Serokê firaksyona PDKê li encumena parêzgeha Silêmaniyê Ziyad Kakeriza ji BasNewsê re diyar kir, ev nîşan dide ku Kurd di nav xwe de gelekî ji hev belav û dûr in.
Herwiha Ziyad Kakeriza da zanîn, hinek kesên ku li hember PDKê kîndar in, ji vê rewşê sûd dîtine û êrişî baregeha PDKê kirine.
Endamê encumena Silêmaniyê destnîşan kir, beriya ku êrişî baregeha PDKê bikin, êrişî baregeha YNKê kiribûn û şewitandibûn. Ji ber wê jî eger asayişa Silêmaniyê bixwesta, dikarîbû pêşiya wan bigre. Lazim bû nehêle baregea PDKê were şewitandin. Ne tenê ya PDKê, lazim bû nehêle ya YNKê jî were şewitandin.
Ziyad Kakeriza diyar kir û got, berpirsên PDKê beriya ku baregeh were şewitandin daxwaza alîkariyê kirine, lê kes neçûye hewara wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin