PDKê helwesta xwe li ser hewlên cudakirina parêzgehekê û pesendkirina budçeyê eskere kir

12 June 2023 12:31 0 dîtin
PDKê helwesta xwe li ser hewlên cudakirina parêzgehekê û pesendkirina budçeyê eskere kir

PeyamaKurd Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), piştî pesendkirina projeyasaya budçeyê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, di konferanseke rojnamevanî de, helwesta xwe derbarê hewlên cudakirina parêzgeheke Herêma Kurdistanê û pesendkirina budçeyê eşkere kir.

Li gor zanyariyan, di rûniştina roja Şemiyê (10.06.2023) de hewl hat dayîn ku çend xalên li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, parêzgeheke Herêmê bê cudakirin ku ji bilî fraksiyona YNKê, hemû aliyên Kurdistanî li dijî wê hewlê derketin.

Fraksiyona PDKê di daxuyaniya li parlamentoya Iraqê diyar kir, hemû hewlên YNKê ji bo gihandina ziyanê bi Herêma Kurdistanê bi ser neketin.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekezî li ser destûrîbûna Herêma Kurdistanê kir ku berhema xwîna şehîdan û gelek qurbaniyên Enfal û kîmyabaranê ye û destnîşan kir: “Ji bilî fraksiyona YNKê hemû alî li dijî van hewlên ku zirarê didin qewareya Herêma Kurdistanê rawestiyan.”

Çavdêr dibêjin, derketina yasaya budçeyê di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye, her çend e hemû daxwazên wan cîbicî nebûn jî, lê derxistina yasayê wê bibe sedema aramiya siyasî, aborî, ewlehî û geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê.