PDKê helwesta xwe ya ji bo encamên hilbijartinan eskere kir...
PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî civîna îro Pêncşemê daxuyaniyek derbarê encamên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de belav kir û helwesta xwe ragihand.
Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat gotin: “Proseya hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran a Iraqê ya roja 10/10/2021ê hatiye kirin, bi pakî û demokrasiyane birêve çû. Heta wê dema ku biryara siyasî û destêwerdana Serokomar û Serokê Desteya Dadwerî bi awayekî neyasayî dema tanedanê dirêj kir, bi mebesta destkarî di encaman de li gor berjewendîya hinek alîyan diyarkirî bê kirin.”
Polîtburoya PDKê ragihand: “Piştî ku Komîta Yasayî û Teknîkî ya partiya me ligel Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Desteya Dadweriyê civiya, bi belgeyan hat tekez kirin ku binpêkirin hatine kirin, ji ber wê em di Partiya Demokrat a Kurdistanê de, em van destêwerdan, guhertin û binpêkirinan red dikin û berevaniyê li mafên kandîd û dengdarên xwe dikin û bi pêwîstî jî dizanin ku mafên xwe yên desteserkirî vegerînin, ji vê rewangehê, ji bo dadperwerî û vegerandina mafên ji xwediyên mafan re, em bi rêkarên yasayî di hewlên xwe yên ji bo vegerandina wan mafan û nehîştina binpêkirinan berdewam dibin û pêngavên xwe yên dahatî jî em ê di dema xwe de rabigihînin.”
Roja 30 Mijdara borî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navên tevahiya kandîdên serkeftî jî belav kirin. Berdevkê PDKê Mehûmd Mihemed di wê derbarê de ragihandibû, du kursiyên ku ji mafê kandîdên PDKê bûn, bi talanî hatine birin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin