Pentagon: “Nêze di navbera Rûsya û Tirkiyê de ser biqewime”

20 February 2020 02:09 0 dîtin
Pentagon: “Nêze di navbera Rûsya û Tirkiyê de ser biqewime”

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagonê) Jonathan Hoffman di mijara Idlibê de ragihand ku Tirkiye û Rûsya li ber şerekî berfirehin û divê civaka navdewletî zorê bide ser Esed da dawî li êrîşên xwe bîne. Hoffman û berdevkê serokerkaniya Amerîkayê tûxamîral William D. Byrne li Pentagonê civîneka çapemeniyê lidar xistin. Hoffman got ku baweriya wan ya di derbarê Sûriyê de neguhiriye û di encamê de divê çareseriyeka siyasî çêbibe. Hoffman weha dewam kir:

“Em dibînin ku Esed êrîşê xelkê xwe dike. Em êrîşên wî yên li Idlibe dibînin. Em dibînin ku Rûsya û Tirkiye nêzî şerekî berfirehin. Bo ev nebe, em hêvî dikin ku çareseriyekî peyda bikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku zorê bidin ser Sûriyê da êrîşên xwe bide rawestandin.”