Pentagon ragihandina pasvekisandina ji Sûriyê kir

29 December 2018 02:38 0 dîtin
Pentagon ragihandina pasvekisandina ji Sûriyê kir

PeyamaKurd- Pentagonê ragihand ku ji niha bi şûnde, desteka ku artêşa Amerîka bide hêzên koalîsyonê, wê li gor vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê be. An ku wê tenê xizmetê bo vekişandina xwe bide. Pentagon vê ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir.

Weka ji Amerîkayê tê fêmkirin, wê ji niha û bi şûnde, tenê bo ji Sûriyê bi awayeka saxlem derê, wê hêzên xwe bike ewlekariyê û bi kontrol vekişe. Ev ragihandina Amerîkayê nîşan dide ku wê ji niha û pêde nema alîkariyê bide operasyonên li Sûriyê.