Pêsmerge li Gwêrê bi ISID ê re ser kir:

13 May 2023 00:19 0 dîtin
Pêsmerge li Gwêrê bi ISID ê re ser kir:

PeyamaKurd – Li gor ragihandina K24 ê; hêzên Pêşmerge li Gwêrê li gundê Kepraniyê 5 çekdarên IŞİD ê dîtine û bi wan re ketine şer. Hat gotin ku gundiyên Kepraniyê jî destekê dane Pêşmerge. Di encamê de her 5 çekdarên IŞİD ê hatine kuştin.

Rêvebirê bajarokê Gwêrê Mesûd Nûrî ji bo K24 ê ragihandiye ku duhî IŞİD ê êrîşê biriye ser Haşdî Şabî û 6 kesan ji wan kuştiye.

Nûrî, her weha gotiye ku do IŞID ê ji gundê Kepraniyê şivanekî jî revandine.