ISID ê sehîdkirina 10 Pêsmerge û 3 sîvîlan girt ser xwe

04 December 2021 02:03 0 dîtin
ISID ê sehîdkirina 10 Pêsmerge û 3 sîvîlan girt ser xwe

PeyamaKurd – IŞİD ê di kanala Telegramê de ragihandiye ku êrîşa ser Pêşmerge ya Mexmûrê wan kiriye, êrîşê bi sîlihên sivik û fuzeyên RPG ê kirine.

IŞİD ê roja 2 yê mehê de li navça Mexmûrê li devera Qereçoxê li gundê Xidircice êrîşê ser Pêşmerga kiribû di encamê de 10 Pêşmerge û 3 sîvîlan şehîd kiribû, 4 Pêşmerge û 1 sîvîlekî birîndar kiribû.

Hefteyekiye ku li ser xetta sînorê ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ye, êrîşên IŞİD ê zêde bûne.