Di navbera ISID ê û Pêsmergeyan de serekî dijwar dewam dike
PeyamaKurd – Çekdarên terorîstên IŞİD ê li bajarê Silêmaniyê li navça Kifriyê li bajarokê Kûlecoyê êrîşê ser çeperên Pêşmerge kirin û şerekî dijwar di navbera wan dewam dike. Ji fermandarê Pêşmergeyan Bextiyar Beserî ragihandiye ku li navça Kifriyêli bajarokê Kulecoyê, êvarê IŞİD ê êrîşê çeperên Pêşmerge kirine. Albay Beserî weha got:
“Hêzên me di çeperên xwe de bersiva êrîşê didin. Şerekî dijwar heye. Me hêzên destek şand deverê.”
Ji tûxaya 5 em ya Pêşmerge fermandar Meriwan Azad jî mijarê weha ragihand:
“Terorîstan vê êvarê siet di 22.15 an de êrîşê çeperên Pêşmerge kirine. Di şer de 4 Pêşmerge birîndar bûne. Alavekî Pêşmergeyan pê li mayînê kiriye. Şer dewam dike.”
Heman nûçe ji aliyê wezareta Pêşmerge de hat piştraskirin.
Rêvebirê nexweşxana Kûleco ya Şehîd Hejar ragihandiye ku 2 pêşmergeyên çûne nexweşxanê û birînên wan sivikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin