Pêsmerge û Asayîsa Kurdan vedigerine Kerkûkê!

03 April 2018 12:27 0 dîtin
Pêsmerge û Asayîsa Kurdan vedigerine Kerkûkê!

Ji ber ku IŞÎDê hêz û bandora xwe li Kerkûkê gelekî zêde kir, Amerîkayê jî ji bo ku Hêzên Kurdî werin bajêr, zextên xwe li ser hikûmeta Iraqê zêde kirin.

Ji bo hêzên Pêşmergeyan vegerine Kerkûkê, di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de hevdîtin dewam dikin. Rayedarekî asayîşê ragihand ku di navbera her du aliyan de fikrên cuda hene. Lêbelê em bawer dikin ku di demeke kin de levhatin pêk were û hêzên Pêşmergeyan jî werin bajarê Kerkûkê.

Berpirsê YNKê yê Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd jî got ku Amerîka jî dixwaze ku ev pirsgirêk were çareserkirin û pêşmerge û asayîşa Kurdan jî were bajêr û zextên xwe li ser Iraqê zêde dike. Lê heta niha partiyê Kurdan, hê jî fikra xwe nekirine yek û hê jî ji ber bûyerên 16ê Cotmetê hevdû sûcdar dikin.