Pêsmergeyê dêrîn ê xwedî Xelata Barzaniyê Nemir koça dawî kir
PeyamaKurd - Pêşmergeyê şoreşên Gulan û Îlonê û xwediyê Xelata Nemir Mele Mistefa Barzanî, Mela Hemed Emîn Giwîzlîngeyî îro 17ê Hezîranê koça dawî kir.
Mela Hemed Emîn Giwîzlîngeyî ku di ciwaniya xwe de, di nav Şoreşa Îlonê de cî girtiye û tevlî xebatên siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, herwiha weke Pêşmergeyê demên herî dijwar dihat naskirin.
Giwîzleyî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi Xelata Barzaniyê Nemir hatiye xelatkirin.
Mela Hemed Emîn Giwîzlîngeyî li herêma Balekayetiyê beşdarî Şoreşa Îlonê dibe û ligel Barzaniyan piştî Şoreşa Îlonê derbasî Îranê dibe. Bi destpêka Şoreşa Gulanê re jî dîsa vedigere çiyayên Kurdistanê û herwiha beşdarî Destana Xakurkê û Raperîna 1991ê jî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin