Pêsniyar li Hikûmeta Kurdistanê hat kirin ku mamoste Îbrahîm sehîd bê qebûlkirin
PeyamaKurd - Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir mamoste Îbrahîmê dema bilindkirina ala Kurdistanê can daye wekî şehîd were qebûlkirin.
Serokê Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî bi daxuyaniyekî pêşniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, mamoste Îbrahîm Sebah ku di dema bilindkirina ala Kurdistanê de can daye wek şehîd were qebûlkirin ji ber ku di erkeke pîroz de jiyana xwe ji dest daye.
7ê Sibata 2021ê (îro) bi vebûna dibistanan re, îro li bajarokê Şeqlawe yê Hewlêrê mamoste Îbrahîm Sebah Nasir li ser banê dibistanê dema ala Kurdistanê bilind dikir, bi elektrîkê ve mabû û jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin