Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî

20 July 2024 12:09 0 dîtin
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe arasteyî malbata parêzgarê berê yê Nînowa Dûreyd Keşmule ku duh li nexweşxaneya ku li Hewlêrê dihat dermankirin koça dawî kir.

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowayê Dureyd Keşmule peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbata Dûreyd Keşmule re ragihand.

"Me bi xemgîniyek mezin agahiya wefata parêzgarê berê yê Nînowayê Dureyd Keşmule agahdar kir. Ez sersaxiyê ji malbat û xizm û kesûkarên wî û hemû dost û hevalên wî re dixwazim. Xwedê Teala rehma xwe li cennetê bike. sebrê bide malbat û xizmên wî."