Peyama Zelensky a NATOyê: Ew ê ji bo me bibe garantiya herî bas!

23 January 2023 11:32 0 dîtin
Peyama Zelensky a NATOyê: Ew ê ji bo me bibe garantiya herî bas!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî bi Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson re civiya da zanîn, endamtiya NATOyê ji bo welatê wî garantiya ewlehiyê ya herî baş e.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serokatiya Ukraynayê ve derbarê hevdîtina Zelensky û Johnson hat dayîn de hat destnîşankirin, di hevdîtinê de li ser berdewamiya piştgiriya navneteweyî ya ji bo Ukraynayê hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civîna ku amadekariyên "Lûtkeya Aştiyê" ya bi însiyatîfa Ukraynayê hat gotûbêjkirin, Zelensky ji ber piştgiriya ku ji bo welatê wî kiriye spasiya Johnson kir.

Serokê Ukraynayê di hevdîtinê de amaje bi pêvajoya entegrasyona Ukraynayê ya bi NATOyê re kir û got: "Ez bawer dikim endamtiya NATOyê ji bo me garantiya herî baş e."

Herwiha Zelensky diyar kir ku artêşa Rûsyayê di şer de xwedî motîvasyoneke kêm e û tevî vê yekê jî pêwîstiya wan bi alîkariya çekan heye.