Pezeskiyan serdana Iraqê dike
PeyamaKurd - Rêvebirê berê yê kanala televizyona fermî ya Îranê Mihemed Husên Rencberan ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di yekem seredana xwe ya derveyê welat de diçe Iraqê.
Rencberan anî ziman ku Pezeşkiyan, bi serdana xwe ya Iraqê, wê peyameke gring bide herêmê, Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Rencberan bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî “X” got: “Pezeşkiyan, li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, wê di dawiya meha Îlonê de, beriya ku biçe New Yorkê, serdana Bexdayê bike."
Mesûd Pezeşkiyan, di gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê, yên 6ê Tîrmehê de, wek serokkomarê nehemîn ê Îranê hatibû hilbijartin û di meha Tîrmehê de jî li Parlamena Îranê sûnd xwaribû.
Biryar bû ku Serokkomarê berê Îbrahîm Reîsî ku di qezaya helîkoptêrê de canê xwe ji dest da, di destpêka meha Tîrmehê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bikira, lê belê ji ber ku di 19ê Gulanê de helîkoptera wî li parêzgeha Tewrîzê ket xwarê û Reîsî û çend berpirsên din ên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dan, ew serdan jî bi aweyekî sirûştî betal bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin