Sandeya ewlehiyê ya Iraqê serdana Enqereyê dike

11 August 2024 21:27 0 dîtin
Sandeya ewlehiyê ya Iraqê serdana Enqereyê dike

PeyamaKurd - Şandekeye payebilind a Iraqê, wê ji bo gotûbêjkirina mijarên weke tenduristî, perwerde û hevkariya leşkerî biçe paytexta Tirkiye Enqereyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, îro bi serokatiya Wezîrê Derve Fuat Husên civînek hat kirin û tê de amadehiyên serdana Tirkiyeyê hatin nirxandin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebbasî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî di civînê de amade bûn.

Di civînê de mijarên leşkerî û ewlehiyê yên hevbeş ên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve, berî niha Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ragihandibû ku wê şandeyeke Iraqê bihê Tirkiyeyê û gotibû:

“Xebatên me yên ji bo bihêzkirina pêwendiyên bi Iraqê re didomin. Me li vir jî gavên gring avêtin. Piştî 27 peymanên ku di dema serdana Serokkomarê me de hatin îmzekirin, xebatên koma plansaziya bilind a di navbera her du welatan de berdewam dikin. Vê hefteya li pêş me wê şandeyeke Iraqê bê vê derê. Wezîrên Iraqê û yên Tirkiyeyê wê bi kordînasyona wezîrên derve bicivin.”