Pistî 114 rojan meytê yek ji sê kolberên di zivistana îsal de wenda bûbûn hat dîtin
PeyamaKurd – Gundiyên Gelêşmê, piştî 114 rojan meytê yek ji sê kolberên di zivistana îsal de li geliyê Binarê yê Şemzînanê wenda bûbûn, dîtin.
Li gorî zanyariyan, meytê kolberê Kurd Barzan Mihanî yê ji gundê Bawa yê Mêrgewera Urmiyê ji aliyê gundiyên Gelêşmê ve hatiye dîtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 19ê Çileya 2022an sê kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferf û Barzan Mihanî di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li geliyê Binarê wenda bûbûn.
Çavkaniyeke xwecihî destnîşan kiriye, tîmeke leşkerên Tirkiyê çûne cihe ku cenazeyê Barzan Mihemdî lê hatiye dîtin û cenaze hê jî di destê leşkerên Tirkiyê de ye.
Herwiha heman çavkaniyê eşkere kiriye, cenaze ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin û ji bo dîtina du cenazeyen din jî xelk çûne ser sînor.
Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferf û Barzan Mihanî, 114 roj berî niha di navbera Urmiye û Şemzînanê de wenda bûn û guman tê kirin ku di bin aşûtê de mabin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin