Pistî 8 kes mirin Biden got: “Divê em bikevin nav tevgerê”
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî li bajarê Indianapolisê di şîrketa kargoyê de êrîşa çekdarî pêkhat, li ser babetê weha ragihand:
“Şiddeta çekdarî li Amerîkayê belave ye. Divê em vêya qebûl nekin. Divê em bikevin nav tegerê.”
Di êrîşê de 8 kes ji aliyê yek kesî de hatibû kuştin û Biden li ser qewimandinê weha dewam kir:
“Cîgirê serok Kamala Haris û ez li Indianapolisê di şîrketa FedEx ê de bûyera ku êrîşa çekdarî tê de çêbû, bo me hat gotin. Yek kesekî çekdar di tariya şevê de 8 kesan kuşt û gelek kesan birîndar kir.”
Biden di beyana xwe de negot dê bi çi rengê bikevin nav tevgerê û çi tedbîran bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin