Pistî Amerîka Brîtanyayê jî biryara valakirina balyozxaneya Kîevê da

24 January 2022 19:08 0 dîtin
Pistî Amerîka Brîtanyayê jî biryara valakirina balyozxaneya Kîevê da

PeyamaKurd – Li ser îhtimala êrîşa Rûsyayê bi ser Ukraynayê de, piştî Amerîka Brîtanyayê jî biryar da balyozxaneya xwe ya li Kîev a paytexta Ukraynayê vala bike.

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand, "Ji ber zêdebûna gefên Rûsyayê ji balyozxaneya Kîevê hin personel û malbatên wan têne vekişandin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê karên bingehîn ên Balyozxaneya Brîtanya ya Kîevê berdewam bikin, li ji welatiyên îngilîz jî hat xwestin geşta bajarên Donetsk, Luhansk û Kirimê nekin û heger ne pêwîst be li Ukraynayê jî nemînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber êrîşeke muhtemel a Rûsyayê bi ser Ukraynayê de Amerîkayê jî beriya niha heman biryar wergirtibû û bi 90 milyon dolaran cebilxane û alavên leşkerî ji bo piştgiriya leşkerî ji Ukraynayê re şandibû.