Pistî Amerîka û Almanyayê ji Hollandayê biryara Patriotan!

21 January 2023 13:32 0 dîtin
Pistî Amerîka û Almanyayê ji Hollandayê biryara Patriotan!

PeyamaKurd – Hat diyarkirin, piştî Amerîka û Almanyayê wê Hollanda jî pergalên Patriot bide Ukraynayê. Di daxuyaniyekê de hikûmeta Holandayê ragihand, ew ê 2 fuzeyên sîstema berevaniya esmanî ya patriot û çend moşekan bişîne Ukraynayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya derbarê mijarê de Wezîra Parastinê ya Hollandayê Kajsa Ollongren diyar kir, Hollanda wê bi hevkariya Amerîka û Almanyayê piştgiriyê bide projeya pergala parastina hewayî ya patriot.

Derbarê vê biryarê de, wezîr Ollongren herwiha da zanîn, welatê wî wê 2 fuzeyên sîstema berevaniya esmanî û zincîreyek moşekan bide Ukraynayê û 65 leşkerên Holandî jî wê leşkerên Ukraynayê li ser sîstema berevaniya esmanî ya patriot perwerde bikin.

Herwiha wezîr Ollongren amaje bi wê yekê kir, biryara hikûmeta Holanda ya ji bo berdewamiya piştevaniya Ukraynayê nîşaneke siyasî li dijî Rûsyayê ye û da zanîn, wan bi piştevaniyê bersiva banga Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy da.