Pistî Almanyayê Amerîkayê jî hisyarî da Tirkiyê
PeyamaKurd – Piştî Almanyayê, Amerîkayê jî li ser vekolîna Tirkiyê ya petrol û gazê li peravên giravên Yunanistanê hişyarî da Tirkiyê. Artêşa Yunanistanê jî ji ber vê hewldana Tirkiyê li Derya Spî, ketiye amadebaşiyê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand: "Amerîka dizane ku Tirkiyê biryara lêgerînê di nav avên nakok ên li rojhilatê Deryaya Spî de daye. Divê desthilatdariya Tirkiyê planên xwe rawestîne û pêngavên ku nakokiyên li herêmê zêde dikin, rawestîne."
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî doh li ser heman mijara lêgerîna petrol û gazê ya Tirkiyê li Derya Spî hişyarî dabû Tirkiyê û daxwaza demildest rawestandinê kiribû.
Heiko Maas di serdana xwe ya Atînayê ya doh de wiha axivîbû: "Derbarê vekolîna Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî de helwesta me eşkere ye, divê rêz li qanûnên navneteweyî bê girtin. Çimkî wê di têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bipêşde neçin heta ku Enqere şantajên xwe yên li rojhilatê Deryaya Spî ranewestîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin