Pistî Rûsyayê Çîn jî li dijî biryara Amerîkayê derket
PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê vekişîna xwe ya ji Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîn (INF) ragihand, li pey Rûsyayê Çînê jî bertek nîşan da.
Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Geng Shuang bi daxuyaniyekê ragihand, Çîn paymana INFê ji bo pêşxistina aştiya herêmê û hevsengiya stratejîk a cîhanê gelekî girîng dibîne û got, “Çîn li dijî biryara vekişîna Amerîkayê ji peymanê ye û bang li Amerîka û Rûsyayê dike ku neliheviyên xwe bi rêyên diyaloga çêker çareser bikin.”
Shuang herwiha diyar kir, dibe ku vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji INFê gelek encamên ne xweş bi xwe re bîne û ew dê pêşhatan ji nêzîk ve bişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin