Pistî kongreya HDPê ya li Diyarbekirê 16 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku piştî kongreya ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya îro Yekşemê li Diyarbekirê hat lidarxistin, 16 kes bi hinceta propagandaya rêxistinê hatin binçavkirin.
Meclîsa Ciwanan a HDP îro 26ê Kanûnê roja Yekşemê li Diyarbekirê 3yemîn kongreya xwe ya asayî bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar û parlamenter û rêveberên partiyê li Diyarbekirê li dar xist.
Di kongreyê de bi sedema ku diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Silav, hezar silav ji bo Îmraliyê” û “Ciwan fedaiyên Apo” hatin qêrîn, piştî bidawîbûna kongreyê bi tometa `propagandaya rêxistinê` 16 endamên Meclîsa Ciwanan a HDPê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin