Pistî vîdyoya grûba PKKê, li Amediyê hêzên Pêsmerge hatin zêdekirin

01 July 2019 15:14 0 dîtin
Pistî vîdyoya grûba PKKê, li Amediyê hêzên Pêsmerge hatin zêdekirin

PeyamaKurd – Piştî belavkirina vîdyoya derbarê avakrina hêzeke çekdar a rûnixumandî ya bi ser PKKê de li Herêma Kurdistanê, ji aliyê karbidestên Başûrê Kurdistanê ve bertekên tund hatin nîşandan ku ev yek bû sedema aloziyê.

Hat zanîn ku piştî wê aloziyê hêzeke Pêşmerge bo sînorê qezaya Amêdiyê hatiye şandin û di çend rojên derbasbûyî de jî hejmara wan hêzan hatiye zêdekirin.

Jêderên ji sînorê qezaya Amêdiyê îdiayên ku dê hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê rûbirûyî hev bibin red dikin û li ser zêdekirina hêzên Pêşmerge dibêjin, “Hêzên ku li sînorê qezaya Amêdiyê dimînin, niha piraniya wan li nav avedaniyê ne, lê çend cihên din jî li derveyî Amêdî dê werin bicihkirin, armanc jî tenê parastina ewlehiya deverê ye, ne ji bo rûbirûbûna hêzeke din.”