PKKê bi roketan êrîsî qereqolê kir: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku PKKyîyan bi roketan êrîşî ser qereqola sînor a navçeya Aralik a Îdirê kir û di encama êrîşê de leşkerek hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku êrîş îro danê sibê bi ser klubeya nobetê de bi roketan hatiye kirin.
Di bûyerê de leşkerek hat kuştin û 2 leşkerên birîndar jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Artêşa Tirkiyê li herêmê operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku li qereqolên heman deverê 28ê Mijdara 2018an û 1ê Çileya 2019an jî êrîş hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin