PKKê navê fermandarê ku di êrîsa Sîdekanê de can daye eskere kir
PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya fermandarê ku di êrîşa balafirên Tirkiyê de li Sîdekanê tevî du fermandarên hêzên pasavanên sînor can dabû eşkere kir.
HPGê ragihand, fermandarê wan ê bi navê Agît Garzan ku di nava Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digirt di êrîşê de can daye.
HPGê daye xuyakirin ku balafirên Tirkiyê li wê deverê civîna hêzên Iraqê kirine armanc û ku di encama wê êrîşê de fermandarê bi navê Murat Kalko yê bi nasnavê Agît Garzan ku berpirsê eyaleta Xakurkê bû, dema li gel rayedarên Iraqê di civînê de bû di êrîşa Tirkiyê de can daye.
Li gorî daxuyaniya HPGê Murat Kalko sala 1975an li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 1993an jî li Xerzanê beşdarî PKKê bûye û wiha hatiye gotin, “Rêheval Agît Garzan li çiyayên Kurdistanê bi qasî temenekî têkoşiyaye û di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de bûye xwediyê kedeke mezin.”
HPGê diyar kir, “Murat Kalko destpêkê li devera Xerzanê û paşê jî 18 salan li Zagrosan gerîlatî kiriye û piştî vê tecrubeyê berê xwe daye Botanê. Di 27 salên gerîlatiyê de tevlî gelek çalakiyan bûye, gelek caran birîndar bûye lê rojekê jî ji çiyayên azadiyê dûr neketiye. Ji roja ku tevlî bûye heta şehadetê bûye xwediyê berxwedaneke bênavber.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşa balafirên Tirkiyê ya roja 11ê Tebaxê li navçeya Sîdekan a devera Bradostê de, Fermandarê Fewca Sê ya Pasevaniya Sînor Emîd Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor Mihemed Reşîd û fermandarekî PKKê di encama bombebaranê de hatibûn şehîdkirin ku herdu fermandarên Iraqî jî Kurd bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin