Fermandarê berê yê PKKê: Ew ne PKK ne, bi ser navê PKKê hereket dikin

12 February 2021 12:59 0 dîtin
Fermandarê berê yê PKKê: Ew ne PKK ne, bi ser navê PKKê hereket dikin

PeyamaKurd –Fermandarê berê yê PKKê Serhed Kerîm, li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê da zanîn: “Ev tehrîkkirin e, tehrîkkirina dijmin e.”

Serhed Kerîm ji herêma Adygea ya Rûsyayê ji K24ê re diyar kir: “Em jî dişopînin van pêvajoyên dûmahîkê, li Kurdistanê hinek bûyer têne jiyankirin, ev bûyer jî dibe mal li ser gelê me, miletê me, milet zerar dîtine, mirov dikare vê yekê wiha binirxîne; meseleya Başûrê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê yên vê dûmahîkê, berê niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir caran hişyarî dan, gotin 'nekin, li vir pirsgirêk çêdibin ji bo me, dibe ku Tirk êrîşî me bikin', lê em temaşe dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûcdar dikin.”

Serhed Kerîm destnîşan kir: “Ew ne PKK ne, bi ser navê PKKê hereket dikin. Ti eleqeya wan bi PKKê nîne.”

Kerîm li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê eşkere dike: “Ev tehrîkkirin e, tehrîkkirina dijmin e. Tu derbe li dijminê xwe bixî û tu deverekê, cihekî rizgar bikî, evana tehrîk dikin tiştên di dest de heye, tên dayîn. Ev rastiyek e û li ber çavan e, ne ku ez dibêjim, pratîkên ku hatine jiyankirin, ev e.”

Herwiha Serhed Kerîm ji PKKê daxwaz dike ku enerjî û hêza xwe li hember dijminan bi kar bîne, ne li hember miletê Kurd û got: “Ev miletê me ji berê ve perîşan bûye, ev miletê me ji berê ve belengaz bûye, ev miletê me maf û hiqûqên wî ji berê ve ji destê wî hatiye standin, pêwîst e êdî xelk bibîne, xelk dibîne jî û tîne ziman.”

<>