ENKS: Cara berê PKKê nehistibû em kongreya xwe li Qamislo bikin lê vê carê em ê bikin
PeyamaKurd – Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew ê vê carê kongreya xwe li bajarê Qamişlo bikin.
Li gor Endamê rêveberiya ENKSê Fadî Merhî daye zanîn, ENKS niha mijûlî amadekariyên kongreya xwe ye, da ku gelek kes û alî bikaribin bi rengekî aktîf beşdarî kongirê bibin.
Fadî Merhî eşkere kiriye, cara berê PKKê nehiştibû em kongreya xwe li Qamişlo bikin, lê vê carê em ê kongreya xwe li Qamişlo pêk bînin. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ne milkê tu kes û partiyê ye, milkê gelê Kurd e.
Herwiha destnîşan kiriye, ENKS li ser rêbazek demokratîk û pîroz e û baweriya wê bi guhertinan heye loma me dil heye em kesên nû bînin nav xebata xwe.
Herî dawî daye zanîn, hatina kes û partî û aliyên nû bo nav ENKSê berdewam e û herî dawî Partiya Gelê Kurdistana Sûriyê tevlî ENKSê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin