Platforma Mafên Penabaran: Li Tirkiyê malbatên koçberên Sûrî ji helwêst û gotinên dijber nîgeran in

10 September 2022 17:01 0 dîtin
Platforma Mafên Penabaran: Li Tirkiyê malbatên koçberên Sûrî ji helwêst û gotinên dijber nîgeran in

PeyamaKurd – Endamê Platforma Mafên Penabaran li Tirkiyê Taha Elgazî diyar kir, malbatên koçberên Sûrî ji helwêst û gotinên dijber ku dijî wan di nav civakê de belav dibin nîgeran in.

Li gor Elgazî eşkere dike: “Îsal ji sedî 60ê malbatên Sûrî ji tirsa difikirin ku zarokên xwe neşînin dibistanan.” Elgazî dibêje li dibistanên Tirkiyê nijadperestî zêde bûye û ev yek bandoreke nerênî li zarokên Sûrî dike.

Amarên fermî destnîşan dikin, niha li Tikriyê nêzîkî 3.7 milyon koçberên Sûrî hene ku piştî destpêkirina şerê navxwe li welatê wan di sala 2011ê de berê xwe dabûn wî welatî. Lê di van demên dawî de bi taybetî ligel têkçûna rewşa aboriya Tirkiyê desthilat jî di nav de helwêsta piraniya partiyên siyasî li beramber Sûriyan guheriye û dixwazin ji bo welatê wan bên vegerandin.

Bi taybetî Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag gotinên li dijî koçberên Sûrî yên li Tirkiyê bikar tîne û ev gotin bandorê li civakê dikin û dibin sedem ku beşek ji xelkê Tirkiyê jî dijberiya koçberên Sûrî bikin.

Herwiha Taha Elgazî li ser belavbûna vê dijberiya li beramber koçberên Sûrî de ji medya Tirkiyê re axivî. Elgazî eşkere dike ku di nav civaka Tirkiyê de kîn û dijberiya koçberên Sûrî zêde dibe û dibêje: “Ev rewş bandorê li zarokên Sûrî jî dike.”

Elgazî qala amarên lêkolîneke wan li ser koçberên Sûrî û rewşa wan a dibistanên li Tirkiye jî kir û got: “Li dibistanan asta nijadperestiyê zêde bûye. Lewra îsal %60ê malbatên Sûrî ji tirsa nafikirin zarokên xwe bişînin dibistanê. Mixabin zarok jî dikevin bin bandora malbatê.”