Polonya dixwaze pêwendiyên bazirganî yên bi Kurdistanê re bihêztir bike
PeyamaKurd – Şêwirmenda Wezîrê Darayî û Aborî ya Polonyayê Donata Swika Ebdrjeyvska, li Pêşengeha Bazirganî ya Navdewletî li Hewlêrê got, ew dixw-azin pêwendiyên aborî yên bihêz bi Herêma Kurdistanê re saz bikin.
Şanda Polonyayê ku Serokê Odeya Bazirganî ya Polonya û Şêwirmenda Wezîrê Darayî û Aborî ya Polonyayê Donata Swika Ebdrjeyvska jî di nav de, di çarçoveya Pêşengeha Bazirganî ya Hewlêrê de li Kurdistanê ye.
Ji welatê Polonyayê 12 nûnerên hilberîn û 8 şîrketên Polonyayî beşdarên pêşengahê ne.
Şêwirmenda Wezîrê Darayî û Aborî ya Polonyayê Donata Swika Ebdrjeyvska li pêşengehê ji medya Kurdistanê re ragihandiye, “Armanca serdana me ava kirina peyvendiyên aborî yên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Polonya ye. Derveyî wê jî Polonya dixwaze hilberîna zêdetir li herêma Kurdistanê bike û di hemû waran de, wek warên wuze, tiştên xwarinê û çandî de jî.”
Ebdrjeyvska got: “Di vê serdanê de şandeya Polonya û hilberînerên wê beşdarî kirin di pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê û şandeyekî taybet a bazirgan û hilberînerên Polonyayê jî tê de ye. herwiha plan hatiye danîn bo ku sala pêş hejmarek bazirganên kurd bên Polonyayê û ew hemahengiya bazirganî ber bi pêş ve biçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin